Li Vanê di 27ê hezîranê da kelekek binav bibû di xebatên derxistina cesedan da cesedê 3 kesên din jî hatin dîtin.
Li Altinsaça taxa Gevaşê kelek derketibû rê û paşê jê tu xeberek nehatibû hildan. Ji bo derxistina kelekê û cesedan xebat dewam dikin.
Ekîbên Ewlekariya Navxweyî, JAK, Ewlekariya Peravê, Midûriyeta Ewlekariyê, AFAD, UMKE û tenduristiyê, ekîbeke Hêzên Behrê, tîma ji 6 kesan pêk tê ya Wezareta Parastina Neteweyî ji Stenbolê şand li perava Girava Çarpanakê xebatên xwe didomînin.
Di xebatên li ser û dora Gola Vanê tên meşandin da cesedê 3 kesên tê nirxandin biyanî ne hatin dîtin.
Bi vî awayî hetanî nika 16 cesed hatin dîtin.
- Bûyer
Li Wanê 27ê Hezîranê ji Sedat û Medenî Akbaşê ku li Taxa Altinsaça navçeya Gevaşê bi keleka xwe ajotin nava Gola Wanê demeke dirêj xeber nehat sitandin û li ser vê yekê mixtarê taxê îxbar kiribû ku du kes winda ne.
Li ser vê firokeyên bi kamerayên termal, ÎHA, botan li ser ser û dora golê dest bi xebatên lêgerînê kirin, kelek li perava Girava Çarpanakê hatibû dîtin û 106 mêtre di binê avê da bû. Ji ber vê 5 kes hatibûn girtin.AA