Li Vanê di xebatên keştiya binavbûyî ya ku 27ê hezîranê di Gola Vanê da winda bûbû da cesedê 2 kesên din jî hat dîtin.
Keştiya ku ji Taxa Altinsaçê ya navçeya Gewaşê daketibû Gola Vanê winda bûbû û xebatên ji bo dîtina cesedan dewam dikin.
Cendirme, tîmên Lêgerîna Binê Avê (SAK), Cendirmeyên Lêgerîn û Xilaskirinê (JAK), tîmên Midûriya Ewlehiyê, AFAD, UMKE û tenduristiyê bi cîhazên sonarê û bi cîhazên ROWê va li herêma Girava Çarpanakê ya ku keştî binav bûbû xebatên xwe didomînin.
Di xebatên lêgerînê da vê sibê cesedê 2 kesan hat dîtin û hat tespîtkirin ew biyanî ne.
Bi dîtina van cesedan va hejmara cesedan gihîşt 56an.
Bi wesayîtên cinazeyê ya Şaredariya Mezin a Vanê va cesed birin Saziya Tipê ya Edlî ya Wanê.
- Bûyer
Li Taxa Altinsaçê ya navçeya Gewaşê di 27ê Hezîranê da Sedat û Medeni Akbaş bi keştiya xwe va daketibûn Gola Vanê. Ji ber ku demeke dirêj deng ji wan derneketibû mixtarê gund caw dabû rayedaran ku ew winda bûne.
Li ser vê firokeyên tê da kamerayên termal ên şevê dikarin bibînin hene bi ÎHA û botan va li golê lêgerîn kiribûn, şopa keştiyê 106,5 mêtro binê avê li nêzîkî Girava Çarpanaxê dîtibûn.
Di lêpirsînê da Medenî Akbaş jî di nav da 5 kes hatibûn girtin.
AA