Li Vanê di xebatên keştiya biavbûyî ya ku 27ê hezîranê di Gola Vanê da winda bûbû da cesedê 2 kesên din jî hatin dîtin.
Keştiya ku ji Taxa Altinsaçê ya navçeya Gewaşê daketibû Gola Vanê winda bûbû û xebatên ji bo dîtina cesedan dewam dikin.
Cendirme, tîmên Lêgerîna Binê Avê (SAK), Cendirmeyên Lêgerîn û Xilaskirinê (JAK), tîmên Midûriya Ewlehiyê, AFAD, UMKE û tenduristiyê bi 4 cîhazên sonarê û 4 cîhazên ROWê va li herêma keştî binav bûye da xebatên xwe didomînin.
Di vê xebatê da serê sibê cesedê 2 kesan hatibû derxistin ku niha jî cesedê 2 kesên din hatin dîtin.
Bi dîtina 4 cesedan va hejmara cesedên hatin derxistin gihîşt 23yan.
- Bûyer
Li Taxa Altinsaçê ya navçeya Gewaşê di 27ê Hezîranê da Sedat û Medeni Akbaş bi keştiya xwe va daketibûn Gola Vanê. Ji ber ku demeke dirêj deng ji wan derneketibû mixtarê gund caw dabû rayedaran ku ew winda bûne.
Li ser vê firokeyên tê da kamerayên termal ên şevê dikarin bibînin hene bi ÎHA û botan va li golê lêgerîn kiribûn, şopa keştiyê 106,5 mêtro binê avê li nêzîkî Girava Çarpanaxê dîtibûn.
Di lêpirsînê da 5 kes hatibûn girtin.
AA