Li gola Wanê nêçîra masiyan dîsa dest pê kir. Bi rabûna qedexeyê re masîgirên herêmê şikevên xwe berdan avê û dest bi nêçîra masiyan kirin.
Qedexeya nêçîra masiyan a li Gola Wanê qediya.
Masîgirên ku ji 15ê Nîsanê ve ye nikarin masiyan bigirin, bi rabûna qedexeyê re berê xwe dan golê.
Masîgirên ku 3 meh in li benda vê rojê bûn, bi kelecaneke mezin torên xwe berdan avê.
Serbestiya nêçîra li ser Gola Wanê wê heta 15ê Nîsana 2021an bidome.