Li Wanê di lêgerîna ji bo keştiya ku di 27ê Hezîranê da winda bûbû da cesedê kesekî din jî hat dîtin.
Keştiya ku ji Taxa Altinsaçê ya navçeya Gewaşê daketibû Gola Wanê winda bûbû û xebatên ji bo dîtina keştiyê dewam dikin.
Cendirme, tîmên Lêgerîna Binê Avê (SAK), Cendirmeyên Lêgerîn û Xilaskirinê (JAK), tîmên Midûriya Ewlehiyê, AFAD, UMKE û tenduristiyê bi 4 cîhazên sonarê û 4 cîhazên ROWê va ji esman û bejahiyê hewl didin keştiyê bibînin.
Di vê xebatê da cesedê kesekî din jî di navbera Girava Çarpanak û Deveboynuyê da hat dîtin û hat tespîtkirin ku ew biyanî ye.
Bi dîtina cesedê vî kesî va hejmara cesedên ku hatin dîtin gihîşt 12yan.
- Bûyer
Li Taxa Altinsaçê ya navçeya Gewaşê di 27ê Hezîranê da Sedat û Medeni Akbaş bi keştiya xwe va daketibûn Gola Wanê. Ji ber ku demeke dirêj deng ji wan derneketibû mixtarê gund caw dabû rayedaran ku ew winda bûne.
Li ser vê firokeyên tê da kamerayên termal ên şevê dikarin bibînin hene bi ÎHA û botan va li golê lêgerîn kiribûn, lê şopa keştiyê nedîtibûn.
Di lêpirsînê da 5 kesên ku hatibûn binçavkirin paşê hatibûn girtin.
AA