Li Gola Wanê di xebatên keştiya binavbûyî da cesedê 3 kesên din jî hat derxistin

Jimara cesedên ku hatin derxistin derket 59an

Li Gola Wanê di xebatên keştiya binavbûyî da cesedê 3 kesên din jî hat derxistin

Li Vanê di xebatên keleka binavbûyî ya ku 27ê hezîranê di Gola Vanê da winda bûbû da cesedê 3 kesên din jî hat dîtin.

Keleka ku ji Taxa Altinsaça Gevaşê çû nava Gola Vanê, piştî çend rojan 106 mêtre û nîv di binê golê da hat dîtin. Ji bo derxistina cesedê kesên ku di kelekê da bûn, Tîma Ewlekariya Navxweyî ya Cendirmeyê, ekîbên Lêgerîn û Xelaskirinê yên Binê Avê (SAK), ekîbên Lêgerîn û Xelaskirinê yên Cendirmeyan (JAK), ekîbên Ewlehiya Qeraxan bi cîhazên ROWê va li peravên Girava Çarpanakê li derdora cihê ku kelek binav bûye, digerin.

Ekîban di nav rojê da cesedên 2 kesan dîtin, paşê 3 cesedên din jî derxist.

Bi van cesedên ku hatin dîtin va jimara cesedan derket 59an.

Cesed bi wesayîtên cinaze yên Şaredariya Bajarê Mezin birin Saziya Tiba Edlî ya Vanê.

- Bûyer

Li Vanê 27ê hezîranê ji Sedat û Medeni Akbaşê ku li Taxa Altinsaça navçeya Gevaşê bi keleka xwe ajotin nava Gola Vanê, demeke dirêj xeber nehat sitandin û li ser vê yekê mixtarê taxê îxbar kiribû ku du kes wenda ne.

Li ser îxbarê bi helîkoptera ku kameraya wê ya termal a bi şev jî dibîne heye, firokeya bêfirokevan û botên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê û Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê va di golê da û li dewrûbera golê fealiyeta kontrol-lêgerîn hatibû destpêkirin. Piştî xebateke dûr û dirêj kelek nêzî Girava Çarpanakê 106 mêtr û nîv di binê golê da hatibû dîtin. Medenî Akbaşê ku ji keleka binavbûyî sobekarî kiribû xelas bûbû jî tê da 5 kes hatibûn girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE