Li gorî daneyên TÜİK’ê pîşeyên herî biqîmet

Li gorî daneyên par beytarî û endezyarî bûn pîşeyên herî bi qîmet.

Li gorî daneyên TÜİK’ê pîşeyên herî biqîmet

Li gorî tespîtan ji her 10 mezûnên beytariyê 8 kes niha xwedî kar in. Bêkariya herî zêde jî di warê xizmetên civakî û rojnamegeriyê de ye.

Beytarî û endezyarî…

Bûn pîşeyên herî bi qîmet ku bi hêsanî mezûnên wan dibin xwedî kar.

Di sala 2018an de hejmara kesên xwedî kar û bar ji 28 milyonî derbas bû.

Qismeke mezin a vê hejmarê jî mezûnên zanîngehan in.

Di nav kesên xwe kar de rêjeya mezûnan ji sedî 70 ye.

Lê her mezûnên beşan wek hev nabin xwedî kar.

Li gorî daneyên TÜİK’ê, îstihdama herî zêde di warê beytariyê de bûye.

Rêjeya wê jî ji sedî 80yê derbas bû.

Yanî ji her 10 mezûnên beytariyê 8 kes xwedî kar û bar e.

Di nav mezûnên endezyariyê de jî rêjeya îstihdamê bilind e.

Piştî beytariyê rêjeya kesên xwedî kar yên mezûnên endezyariyê ji sedî 79 e.

Dû re xizmetên tenduristiyê û hiqûq tê.

Di warê beşên teknolojiyê de jî rêjeya îstihdamê bilind e.

PÎŞEYÊN HERÎ BI ŞANS

BEYTARÎ % 80,1

ENDEZYARÎ % 79

XIZMETÊN TENDURISTIYÊ % 75,4

HIQÛQ % 74,4

TEKNOLOJIYÊN RAGIHANDINÊ % 70,2

Di warên xizmetên civakî, rojnamegerî û enformasyonê de bê karî zêdetir e.

Di warê xizmetên civakî de bêkarî ji sedî 24,3 ye.

Di rojnamegeriyê de jî ev rêje ji sedî 23,8 e.

Dîroka nûkirinê: 29 Adar 2019, 16:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE