Li gor giştînameya "Tevdîrên Remezanê" ya Wezareta Karên Navxweyî ji bo konên fitarê û çalakiyên qerebalix tên bal hevdu destûr wê neyê dayîn.
Sparîşên taybet ên firûnan jî tê da pehtina pîde û nan saetek beriya fitarê wê kuta bibe, heta saeta fitarê wê tenê were firotin.
Ji bo şirket û kargehên ku remezanê derfet nîşan bidin û bihayan zêde bikin kontrol wê bên zêdekirin, yên dijî vê tevbigerin ra miemele wê bên kirin.
Hesabê kar û barên carî di sibatê da 2 milyar û 610 milyon dolar kêm derket, kêmasiya karê carî ya 12 mehan bû 37 milyar û 786 milyon dolarî.
Di remezanê da walî û qaymeqamtî wê di navbera saziyan da têkiliyê pêk bînin û alîkariyê bidin welatiyên ku hewcedariya wan bi alîkariyê heye.
AA