Li gorî gotinan 6 hezar salî ye

Dara Bîrdariyê ya Zeytûna Cûdiyê li Eyyübiyeya Urfayê ye

Li gorî gotinan 6 hezar salî ye

Dara bîrdariyê ya zeytûna cûdiyê di sala 2007an de hat tescîlkirin. Li gorî gotinên bav û kalan, ev dar 6 hezar salî ye. Xelkê herêmê dixwaze xwedî li darê derkevin.

Dara Zeytûna Cûdiyê li Eyyubiyeya Rihayê ye.

Li gorî rîweyatan dar 6 hezar salî ye û di tofana Nûh de jî tiştêk pê nehatiye.

“Dara me wek dara bîrdariyê hat qebûlkirin. Kesên wezîfedar û komîsyonên herêmî li ser xebitîn û dara me hat nîşankirin. Li gorî xebata komîsyonên xwezayê, arkelogan û rayedarên muzeyan dara me wek Dara Bîrdariyê hat tescîlkirin.”

Xelkê navçeyê him diçe serdana darê him jî di bin siyê wê de xwarin dixwe.

Welatî dixwazin Dara Bîrdariyê û Geliyê Cûdiyê bê parastin û ji bo serdanên turîzmê bê vekirin.

Dîroka nûkirinê: 27 îlon 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE