Li gor pisporan medyaya Rojava ji bo ku şirîkatiya wan û PKKyê eşkere nebe dayikên Diyarbekirê nabîne

Li gor pisporan medyaya Rojava ji bo ku şirîkatiya wan û PKKyê eşkere nebe dayikên Diyarbekirê nabîne

Pispor dibêjin çapemeniya Rojava ji bo ku rûyê rast ê PKKya rêxistina terorê ya wek şirîk dihesibînin û sûcên bi şirîkatî kirine awayek eşkere dernekeve meydanê li hemberî çalakiya Dayikên Diyarbekirê xwe kerr dikin û tune dihesibînin.

Komeke dayîkên Diyarbekirê yên zarokên wan ji alî PKKya rêxistina terorê va hatine revandin bi armanca ku zarokên wan vegerin di 3ê Îlona 2019an da li pêş avahiya Serokatiya Bajêr HDPê ya Diyarbekirê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Ji çar aliyên Tirkiyeyê malbatên ku çalakiya Hacîre Akarê di 22yê Tebaxa 2019an da li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPê dabû destpêkirin dîtin jê neman û ew jî beşdarî çalakiyê bûn. Di Adara 2020î da hejmara beşdarvanên protestoyan gihîşt 134an.

Malbatên çalakî dabûn destpêkirin digel şewba Kovîd-19ê ji ya xwe da nehatin xwarê û çalakiya xwe domandin. Dê û bavên kal û pîr û yên nexweşiyên wan ên kronîk hebûn ne têda malbatên din di çarçoveya tewdîrên Kovîd-19ê da "Nobeta bo ewladan" domandin.

32 malbatên ku PKKê zarokên wan revandibûn serê çiyê ji çalakiya xwe xêr dîtin û gihîştin ewladên xwe. Ev zarokên ku li ser bangewaziya "vegerin" hatin û teslîm bûn hêviya malbatên ku li benda ewladên xwe ne jî zêde kirin.

Sekna bi biryardarî ya dayikên Diyarbekirê ku ji bo ewladên xwe nîşan didin HDPê aciz kir.

PKKê jî ji bo ku malbatan bitirsîne û dawî li çalakiya wan bîne gef lêdan jî tev serî li gelek rê û rêbazan da.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di serî da gelek wezîr, siyasetmedar, hunermend, rojnameger, werzişvan, nûnerên saziyên civakên sivîl, rû spî û aliman Dayikên Diyarbekirê ziyaret kirin û peyamên piştgiriyê dan.

Endamê Parlementoya Ewropayê Tomas Zdechovsky, hev raportorên Tirkiyeyê yên Komîsyona Kontrola Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Konseya Ewropayê Jakob Wienen û Yoomi Renstrom jî di nav da balyozên welatên wek Ukrayna, Îngiltere, Hindistan jî di nav da yên 9 welatan bi Dayikên Diyarbekirê ra hatin bal hev.

Lêkolînerê Ewlekariyê yê Weqfa Lêkolînên Siyaset, Aborî û Civakî (SETA) Bilgehan Ozturk, Serokê Beşa Rojnamegeriyê ya Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Îstanbul Medîpolê Doç. Dr. Yusuf Ozkir û Lêkolînerê Polîtîkaya Derva ya SETAyê Can Acun bêdengiya çapemeniya navneteweyî ya li hemberî çalakiyên "Nobeda ewladan" a dayikên Diyarbekirê yên ku 3 sal in didomin, ji peyamnêrê AAyê ra nirxandin.

Bilgehan Ozturk diyar kir, çalakiyên dayikên Diyarbekirê ji çalakiyên herî şênber ên gelê Kurd ên dijî PKKyê ye.

Ozturk diyar kir ku Rojava xwedî wê nêrînê ne ku "Dewleta Tirk mafên Kurdan pêpes dike û lewma jî Kurd têkoşîna çekdarî didin" û wiha got, "Lêbelê dayikên Diyarbekirê peyama 'PKK mafên Kurdan pêpes dike" dide. Çapemeniya Rojava biyaniyê vê vegotinê ye û lewma jî naxwazin vê rastiyê bibînin."

Ozturk diyar kir, gelek dewletên Rojava di çarçoveya Sûriyeyê da hevkariya eskerî, sîxurî û perwerdeyê bi YPG û PKKyê ra kirin.

Ozturk bal kişand, ji bo ku rûyê rastîn ê PKKyê dernekeve holê, çapemeniya Rojava naxwaze dayikên Diyarbekirê bibîne û wiha dewam kir, "Heger çîrokên dayikên Diyarbekirê parve bikin, hevkariya wan a sûcê ya digel PKKyê dê eşkere bibe. Her wiha heger PKKya hevkarê xwe wekî rêxistina terorê qebûl bikin, dê bi xwe bikevin zorê. Kes naxwaze zirarê bide xwe."

Ozturk diyar kir, li Rojava di nava çapemeniya sereke, entelektuel û partiyên siyasî da ji bo PKK, partî û pêkhateyên nêzîkî wê sempatî heye û wiha dewam kir, "Ji xwe di serdema têkoşîna dijî DEAŞê da çîrokeke destan û serkeftinê hilberandin, jinên PKKyî wekî parêzvanên nirxên Rojava di kovarên modayê û fîlman da cih girtin. Ji lewma jî ev çîrok dê berevajî be."

Ozturk diyar kir ku medyaya Rojava der barê dayikên Diyarbekirê da nûçeyan çênakin û ev jî tê wê meneyê ku meseleya Kurd û mafên mirovan ji aliyê siyasî va li dijî Tirkiyeyê bi kar naynin û wiha dewam kir:

"Di nûçeyên xwe da cih nadin dayikên Diyarbekirê. Heke na durûtiya wan wê derkeve meydanê. Lewra yê ku mafan binpê dike PKK ye û malbatên Kurd bixwe vê yekê dibêjin. Dayikên Diyarbekirê jî li gor wan jinên meqbûl, Kurd û Rojhilatî nînin. Ji bo rojavayê nirx tenê ji bo Rojavayî û Rojhilatiyên meqbûl derbasdar in."

Serokê Beşa Rojnamegeriyê ya Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Îstanbul Medîpolê Doç. Dr. Yusuf Ozkir daxuyand ku Tirkiye di têkoşîna xwe ya ku bi terora PKKyê ra dide da di salên dawîn da du geşedanên krîtîk çêbûn, yek jê ew e ku bi kordînasyona Artêşa Tirkiyeyê û MÎTê PKK ji qadê hat paqijkirin, ya din jî têkoşîna dayikên Diyarbekirê ye.

Ozkir destnîşan kir, hewildanan ku dayikên Diyarbekirê gotin "êdî bes e" û seba ewladên xwe têdikoşin, ji aliyê sosyolojîk va bandora wê li ser têkoşîna ku bi PKKyê ra tê dayîn, çêbû û wiha dewam kir: "Rêxistina terorê wexta ku xwe hêzdar dît, bi berxwedana dayikan va rastî têkçûneke mezin hat."

Ozkir diyar kir, di çarçoveya mafên jin, zarok û merivan da divê her kes piştgiriyê bide dayikên Diyarbekirê û wiha dewam kir:

"Çalakiya rûniştinê ya aştiyane û encamên wê ji aliyê rêgezên rojnamegeriya objektîf va divê qîmeta wê ya nûçeyê heye, lêbelê medyaya Rojava vê yekê nabîne. Medyaya Rojava wekî gelek mijarên ku wê tesîreke erênî li ser yekparetiya Tirkiyeyê bike, mijara dayikên Diyarbekirê jî berevajî dike an jî nabîne."

Ozkir bal kişand ku medyaya Rojavayê li gor rêgezên objektîf tevnagere û wiha pê da çû:

"Mixabin medyaya Rojavayê di vê mijarê da paşda ma. Ji ber ku medyaya Rojavayê mijarê nayne rojevê nayê wê meneyê ku têkoşîna bêhempa ya dayikên Diyarbekirê nayê dîtin. Lêbelê di mijara Tirkiyeyê da cotstandardiya wan carekî dîsa tê dîtin. Teqdîka medyaya Rojavayê ew e ku li dijî Tirkiyeyê berçaka hespan ji çavê xwe dernaxe. Eva pêşdaraza wan ji siyasetmedarên wan jî paşdatir dixe."

- "Fîgurên terorîst wekî lehengan nîşan dan"

Acunê Lêkolînerê Polîtîkaya Derva ya SETAyê jî got medyaya Rojavayê eleqeyê nîşanî nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê nade sedema vê jî ew e ku PKKyê wekî tehdîd nabîne wekî amûreke dijî Tirkiyeyê dibîne.

Acun diyar kirk u Yekîtiya Ewropayê (YE) Amerîka, Kanada, Awistralya û gelek welatên din PKKyê wekî rêxistina terorê dibînin ligel vê alema Rojavayê bi PKKyê ra angajmanê datîne û wiha axivî:

"Alema Rojavayê PKKyê wekî rêxistina terorê dibîne lêbelê li hemberî me pê ra têkiliyê datîne, angajmanê dike û vê wekî pirsgirêka exlaqî nabîne. Li Sûriyeyê bi eşkeretî bi PYD û PKkyê ra ketin angajmanê, sîlah û piştgiriya eskerî dan wan. Fîgurên terorîst wekî lehengan nîşan dan. Li Sûriyeyê ji binpêkirina mafên mirovan ên PYD û PKKyê ra xwe kerr kirin."

Acun destnîşan kir ku medyaya Rojava xwe ji hemû argumanên dijî PKKyê ra kerr dike û wiha got: "Ya rastî têkoşîna dayikên Diyarbekirê xwedî çîrokeke mirovahiyê ye û bêhempa ye. Çîrokeke wisa ye ku ji xwe medyaya Rojavayê lê digere ku xebera wê çêke. Lêbelê ji ber ku li dijî PKKyê ye û rêxistinê bi pirsgirêka exlaqî û însanî ra rû bi rû dihêle jî medyaya Rojavayê xwe ji mijarê ra kerr dike. Heke wisa nebe ew ê hevkariya xwe ya sûc a bi PKKyê ra deşîfre bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE