Li goristana Xelatê xebatên restorasyonê

Gorên ku ji serdema Selçûkiyan mane li gorî eslê xwe tên restorekirin...

Li goristana Xelatê xebatên restorasyonê

Li Goristana Xelatê a Dîrokî xebata restorastonê heye. Li goristanê kevirên ku zirar gihiştiye wan yek bi yek li gorî salê xwe tên restorekirin.

Goristana dîrokî ya li Xelata Bitlîsê ji goristanên herî mezin ên Îslamê yek e.

Lê piştî sedsalan hawirdor û kevirên goran an xera bûne an jî zirar gihîştiye wan.

Derdora goristanê û kevir û nivîsên li ser wan ên xera bûne, niha têne restorekirin.

Xebat ji aliyê pispor û akademisyenên Zanîngeha Wanê tên kirin.

Piştî kevir û nivîs werin restorekirin xebat wê bi paqijiya hawirdora goristanê dewam bike.

Dîroka nûkirinê: 15 Gulan 2019, 11:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE