Li gundê hêştirekê yê Midyadê pirtûkxane hat vekirin. Klûba pirtûkan a rower û ekîba rêzefîlma hercayiyê, bi hev re ji bo xwendekarên gund, bi navê helbestvanê navdar ehmed arif, li mekteba wan pirtûkxane vekirin.
Ji bo xwendekarên ku li gund dixwînin pirtûkxane vekirin.
Bi alîkariya Klûba Pirtûkan a Rower û ekîba ku di rêzefîlma Hercayiyêde dişixulin, li mekteba gundê Hêştirekê pirtûkxane hat vekirin.
Di pirtûkxaneyê de ji klasîkên cîhanê bigirin heta ansîklopedî û kitêbên din, bi qasî 4 hezar pirtûk hene.
Xwendekaran jî ji bo vî karê giranbiha, spasî kedkarên vê xizmetê kirin.