Li gundê rapîna qilebana Şirnexê di xaniyekî kevin de muzeyek hat vekirin. Di muzeya seyda goyan de bi sedan berhemên hêja û xweşik hene. Kesên dixwazin dikarin belaş li muzeyê bigerin û berhemên kevin û kevnare bibînin.
Li gundê Rapînê yê Qilebanê, Seyda Goyan xwest berhemên bav û kalan mihefeze bike.
Ji bona vê jî xaniyekî kevin ê li gund kir muze.
Dûv re jî ji gelek gundên herêmê berhemên kevin û xweşik anîn muzeyê.
Niha di muzeyê de bi sedan amûr û berhemên kevin hene.
Şaredarê Bajaroka Şêxana Qilebanê Cevher Benek got, “Em piştgiriya hewce didin muzeyê.”
Li muzeyê dengbêjê navdar Evdile Goyî jî ji bo kesên tên serdanê payîzokan dibêje.