Ji aliyekî li dijî şewba koronayê tevdîr tên girtin ji alıyekî jî heywandarî dewam dike. Di vê çarçoveyê de tîmên tenduristiyê, li gundan derzî li heywanan jî dan û axur kontrol kirin.
Di çarçoveya tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê de kontrolên ji bo heywandariyê jî tên kirin.
Li Sertê Beytarên girêdayî Midûriya Tenduristiya Heywanan li gundê Kezerê geriyan û derziya nexweşiya şapê û çîçekê li dewaran dan.
Bi vî awayî him wê welatî bi dilekî rehet heywanên xwe xwedî bikin him jî xwe ji şewbê biparêzin.
Her wiha ji gundiyan re girîngiya bikaranîna maske û mesafeya civakî jî hat gotin kirin.