Di çarçoveya tevdîrên koronavîrûsê de dibistan hatin girtin û perwerdeya li ser înternetê dest pê kir. ji ber ku li gundan derfetên înternetê tune ne, walîtî û şaredariya Adiyamanê pirsgirêk bi înterneta mobîl çareser kirin.
Ji ber şewbê li seranserê welêt perwerde ji dûr ve tê kirin.
Xwendekar naçin dibistanê û li mala xwe, ji ser înternetê beşdarî dersên xwe dibin.
Lêbelê li gelek gundan derfeta înternet û perwerdeya online tune.
Li Adiyamanê ji bo xwendekarên li gundan xebat û xizmet hatin kirin.
“Mixabin li gundan zarokan nikaribûn xwe bigihandina înternetê. Me ji bo zarokan 27 wesaît amade kirin. Di her wesaîtê de wê 3 komputer jî hebin. Înşealla wê zarokên me bi vê xizmetê tevlî dersên ebayê bibin.”
Di çarçoveya xebatan da 27 wesaît hatin amadekirin û wê li gundan înternetê belav bikin.
Bi saya vê xizmeta Walîtî û Şaredariyê, li 27 gundên Adiyamanê , zêdetirî 600 xwendekar dê karibin dersên xwe bişopînin.
Rayedarên bajêr mizgînî dan ku wê Şaredariya Adiyamanê jî tabletan bide xwendekaran.