Li gundan perwerdeya rûbirû dewam dike

Xwendekarên gundên Midyatê li gorî tevdîrên koronayê diçin dibistanê

Li gundan perwerdeya rûbirû dewam dike

Hefteya borî li dibistanên gundan perwerdeya rûbirû dest pê kir. Bi hezaran xwenkarên gundan li gorî tevdîrên şewba koronayê diçin dibistanên xwe.

Zingilê dibistanên gundan lê da, bi hezaran xwenkarî dest bi perwerdeya rûbirû kir.

Xwendekarên gundê Reqaqî yê Midyada Mardinê jî wekî hemû gundan dest bi perwerdeyê kirin.

Xwendekarên biçûk him ji vebûna dibistanan him jî ji bo heval û mamosteyên xwe dîtin kêfxweş in.

Hemû maskeyê diidn ber devê xwe û hay ji tevdîrên koronayê jî hene.

Rayedar û mamoste dibêjin heta niha perwerdeya li gundan bê pirsgirêk dewam dike.

Ji malbatan dixwazin ku bi dilekî rehet zarokên xwe bişînin dibistanê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE