Li gundan xanî di bin berfê da man

Welatiyên li gundên Başkent, Ortakent û Aşagikentê yên di navbera Agirî û Qaxizmana navçeya Qersê da dijîn ji ber berfa zêde bariye zehmetiyan dikişînin.

Li gundan xanî di bin berfê da man

Welatiyên li gundên Agiriyê ku xaniyên wan di nav berfê da winda bûne bi zor û zehmetî jiyana xwe ya rojane didomînin.

Welatiyên li gundên Başkent, Ortakent û Aşagikentê yên di navbera Agirî û Qaxizmana navçeya Qersê da dijîn ji ber berfa zêde bariye zehmetiyan dikişînin.

Berfa li van gundan gorî gundên deverê zêdetir e û ev yek jî dibe sedema zehmetiyan.

Xanî û gomên yekqatî yên welatiyan di nav berfê da mane û ew ji aliyekî va alif didin heywanên xwe û ji aliyekî va jî berfa li ser xanî û gomên xwe paqij dikin.

Ji hewayê va dîmenên gundên di bin berfê da mane bi dronê va hat kişandin.

Ji şêniyên gundê Başkentê Selîm Ayaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber berfa zêde xwedîkirina heywanan bi zor û zehmet e û bi saya xebatan rêyên me hatin paqijkirin û qet nehiştin bên girtin û wiha domand: "Di meha sibat û beriya wê da berf zêde dibare û car caran ji bejna meriv zêdetir e. Her tişt di nav da winda dibe. Ji berfê zêdetir bahoz zorê dide me."

Engîn Adiguzelê şêniyê heman gundî jî got ku ew ji berfê zêdetir dema bahoz radibe zehmetiyê dikişînin û wiha domand: "Em li gundên herî dûrî navenda bajêr dijîn. Heta dawiya Adarê bahoza me kêm nabe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE