Bi piştgiriya endamên platforma “ behrê pêşeroja me”, li gundê bahwarêyê yê Midyadê pirtûkxaneyek hat avakirin. di pirtûkxaneyê de 4 hezar pirtûk hene. ji bo vekirina pirtûkxaneyê li gund merasîmeke taybet hat lidarxistin.
ji bo pirtûkxaneyekê ava bikin ji stenbolê hatin gundekî Midyadê.
Endamên Platforma Stêrkên Behrê Pêşeroja Me ku navenda wê li Stenbolê ye, ji bo kêfa zarokan bînin û zarok jêhatî bin li gundê Bahwarêye yê Midyadê pirtûkxaneyek ava kirin.
Ji bo vekirina pirtûkxaneyê, li gundê Bahwarêyê bi beşdariya hin rayedarên navçeyê merasîm hat lidarxistin.
Di serî de midûrê mektebê, xwendekar û malbatên wan hemiyan ji bo pirtûkxaneyê spasî endamên platformê kirin.