Li gundên bilind ên Muşê berfê malên yekqatî pêça

Li gundên bilind ên Muşê berfê malên yekqatî pêça

Li gundên Muşê yên bilind, qalindahiya berfê cî bi cî dertê 2 mêtreyan û malên yekqatî û tewle di binê berfê da man.

Li bajêr çend roj in berf û bager e û li herêmên gundewar û çiyayî jiyan ket tengasiyê.

Li gundê Yongaliya Jorîn ku 50 kîlomêtre dûrî navendê ye û 1850 raqim e, qalindahiya berfê cî bi cî dertê 2 mêtreyan û berfê malên yekqat û tewleyên gund pêça.

Li herêmên ku makîneyên kar nikarin herinê, gundî bi derfetên xwe şiverêyan vedikin û berf derdora malên xwe jî bi bêran davêjin.

Ji şêniyên gund Eyup Umur daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ew nêzî 6 mehan di binê berfê da derbas dikin, ev jiyana wan dixe tengasiyê.

Umur daxuyand ku mal û avahî di binê berfê da man û wiha dewam kir, "Li gundê me piraniya malan yek qatî ne. Berf heta ber çatiyan ketiye. Di nava gund da meş pir zehmet e. Em di şertên dijwar da dijîn. Me derdora malan weke tunel vekir. Em ji van tunelan ra diçin malên cînaran û tên."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE