Li Guneysuyê bi ronîbûnê va zirar û ziyana lehî û hezaz bûn sedem derket holê

"Li navçeyê rêya 8 taxan hatiye girtin û ji ber vê jî em nikarin xwe bigihijînin wan deran. Me ewilî deverên ku taluke lê zêdebû da valakirin.

Li Guneysuyê bi ronîbûnê va zirar û ziyana lehî û hezaz bûn sedem derket holê

Li Guneysuya navçeya Rîzeyê ji ber barana zêde lehî rabû û hezaz çêbû, zirar û ziyana qewimî jî bi derketina rojê va baştir xuya kir.

Li navenda navçeyê ji ber lehî û hezazê du kolan bi herî û xweliya qasî bejna du mirovan dike tijî bû. Ekîbên ji Rîze û bajarên derdorê bişev hatin ji bo paqijkirina navenda navçeyê dixebitin.

Şaredarê Guneysuyê Rifat Ozer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber barana duh êvarê pê va bi tesîr bû lehî rabû û hezaz çêbûn û ji ber vê jî nikarin ceyranê bidin navenda navçeyê.

Ozer di axaftina xwe da diyar kir ku ji ber hezazan zirareke mezin heye û wiha domand: "Li navçeyê rêya 8 taxan hatiye girtin û ji ber vê jî em nikarin xwe bigihînin wan deran. Me ewilî deverên ku taluke lê zêdebû da valakirin. Cihên razanê yên dibistanan ji bo welatiyan vekir. Piştî ku me navenda navçeyê paqij kir em ê dest bi tespîta xisarên qewimîne bikin."

Şaredar Ozer got ku ji bo şêniyên li navçeyê şevê rihet derbas bikin hewl dan û wiha domand: "Di mala mamosteyan da 12, di Lîseya Sporê da 15, li Lîseya Kaptan Ahmet Erdogan 12 mêvanên me bi tevahî 39 mêvanên me hebûn. Di bin heriyê da wesayît derdikevin. Bi tenê li navendê 10, 10 wesayîtên şaredariyê û bodruma nexweşxaneyê bi heriyê tijî bûye. Piştî paqijkirinê wê xisar diyar bibe."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE