Li Gurcistanê hêzên ewlehiyê midaxaleyî xwepêşandêran kir

Xwepêşandêr ji bo ku rê li ber rûniştina ku wê îro çêbibe bigrin dora parlamentoyê nobet girtin.

Li Gurcistanê hêzên ewlehiyê midaxaleyî xwepêşandêran kir

 Hêzên ewlehiya Gurcistanê midaxaleyî xwepêşandanên dixwazin hilbijartinên giştî li gor pergala temsîlê ya nisbî çêbibe û ji ber vê hincetê deriyê avahiyê parlamentoyê girtine, kirin.

Partiya desthilatiyê Gurcî Xeyalî naxwaze hilbijartinên giştî li gor pergala temsîlê ya nisbî çêbibe û ji ber vê piştgiriyê nade guherînê. Kesên vê partiyê protesto kirin deriyê avahiyê parlamentoyê girtin lê polêsan midaxaleya wan kir û xwepêşandêran belav kir.

Xwepêşandêr ji bo ku rê li ber rûniştina ku wê îro çêbibe bigrin dora parlamentoyê nobet girtin.

Polêsan midaxaleyî wan kir û jê hinek hatin binçavkirin.

Hefta çûyî jî xwepêşandêr hatibûn ber avahiyê parlamentoyê û nehîştibûn parlamenter bikevin parlamentoyê.

Polêsan dîsa midaxeleyş wan kiribû û ew belav bûbûn.

- Xwepêşandêr dixwazin sozên hatine dayîn bi cih bên

Li Tiflîsê di meha hezîranê da di rûniştina 26emîn Asambleya Giştî ya Di Navbera Parlamentoyên Ortodoks da Endamê Partiya Komînîst a Ûris û Dumayê Dewleta Rûsyayê Sergeî Gavrîlov li ser qoltixa serokê parlamentoyê rûniştibû û axivîbû. Piştî vê xwepêşandanan dest pê kiribû û bi hefteyan dewam kiribû.

Xwepêşandêr dixwazin pergala hilbijartinê bigûhere ku ev ji hêla Hikûmeta Gurcistanê va hatibû qebûlkirin.

Serokê Partiya Gurcî Xeyalê Bîdzîna Îvanîşvîlî daxuyandibû hilbijartinên giştî ya sala 2020an wê li got pergala temsîlê ya nisbî çêbibe. Lê di raydaniya ku di 14ê Mijdarê li parlamentoyê çêbû da piştgirî nedabû pergala temsîlê ya nisbî.

Dîroka nûkirinê: 26 Mijdar 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE