Li Güroymakê bahoz û bager rabû

Li Güroymakê bahoz û bager rabû û çatiyên hin avahiyan firîn.

Li Güroymakê bahoz û bager rabû

Li Güroymaka (Norşîn) navçeya Bitlisê bahoz û bager rabû û çatiyên hin avahiyan firîn.

Li navçeyê ji ber bahoza ku ji duh va dewam dike, çatiya Lîseya Anadoluyê ya Guroymak û Dibistana Seretayî ya Mevlana xesar dîtin.

Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr Mehmet Emîn Korkmaz û Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Navçeya Güroymakê Nazim Budak li dibistanên ku çatiya wan xesar dîtine, geriyan.

Korkmaz û Budak ji îdarekarên dibistanan agahî hildan û gotin çatiyên ku zirar dîtine, wê di dema herî nêz da werin temîrkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE