Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê qîrkirina rêyên li Taxa Sakalarê qedandin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo qîrkirina rêyên li navçeyên der û dorê xebatên xwe didomîne.
Ekîbên girêdayî Serokatiya Daîreya Karên Fenê ya şaredariyê di tetîla eydê da xebitîn û rêyên li Taxa Sakalarê qîr kirin, binesaziya wê temam kirin û rê ji çûn û hatinê ra vekirin.
Ekîbên şaredariyê li Gurpinarê nêzî 13,3 kîlometre rê wê qîr bikin û niha ji bo qîrkirina rêyên taxên Bagriyanik û Yolduştuyê ku ji 8,3 kîlometreyan pêk tê, dixebitin.
AA