Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê 20 kîlo eroîn hat girtin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr û Fermandariya Tumena Piyadeyan a 3yan ji bo pêşîlêbirîna bazirganî û îmalata hişbirê xebat dan destpêkirin.
Di vê çarçoveyê da ekîban tesbît kir ku 2 qaçaxçî hewl didin ku ji Îranê derbasî Tirkiyeyê bibin, ji ber tevdîrên li sînor heqîbên xwe hîştin û revîn aliyê Îranê.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku du herdu heqîban da 20 kîlo eroîn hat girtin û operasyon li herêmê dewam dikin.AA