Ji ber pandemiyê piştî ku perwerdeya ji dûr ve dest pê kir, hewcedariya bi tablet û kompîtûran zêdetir bû. Ji bo vê jî Wezareta Perwerdehiyê diyar kiribû ku wê li seranserê welêt tablet bên belavkirin. Di vê çarçoveyê de li Hakkariyê ji bo xwendekaran 5 hezar û 30 tablet hatin belavkirin.
Li Hekkariyê ji bo piştgiriya perwerdeya ji dûr ve gaveke girîng hat avêtin.
Wezarata Perwerdehiyê li bajêr ji bo 5 hezar û 30 xwendekarî tablet belav kirin.
Waliyê Hakkariyê İdris Akbıyık: Îro em ji bo belavkirina tabletan hatin vir. Xwedê hez bike em ê tabletan beş bi beş belav bikin.
Tabletên ku ji aliyê Wezaretê ve hatibûn amadekirin, bi merasîmeke taybet li Lîseya Cimhûriyetê hatin belavkirin.