Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir ku li Hakkariyê 7 ton û 420 kîlo asetîk anhîdrîta meriv dikare pê 4 ton eroîn çêke, hat qefaltin.
Wezîr Soylu ji ser hesabê xwe yê Twitterê der barê operasyona dijî hişbirê ya li Hekariyê didome da agahî da.
Di peyama xwe da Wezîr Soylu got ku ew derbeyên giran li çavkaniya fînansê ya terorê didin û wiha domand: " 7 ton û 420 kîlo asetîk anhîdrîta meriv dikare pê 4 ton eroîn çêke, hat qefaltin. Ewlehiya Hekariyê pîroz dikim."
Wezîr Soylu wêneya ku amûrên bidestketî yên li pêşiya Midûriyeta Ewlehiya Navçeya Yüksekovayê raxistibûn erdê û seyên narkotîk ên bi kêrî operasyonê hatibûn jî tê da bû, parve kir.
AA