Li Hakkariyê çalakiya pirtûkxwendinê

Li Hekariyê çalakiya pirtûkxwendinê hat lidarxistin.

Li Hakkariyê çalakiya pirtûkxwendinê

Li bajarê Hekariyê çalakiya pirtûkxwendinê hat lidarxistin.

Xwendekar û welatiyan eleqeyeke germ nîşanî çalakiya ku li Kent Parka Hekariyê hat lidarxistin, da.

Midûrê Pirtûkxaneya Gel a Parêzgehê Yusuf Kizilkaya di axaftina xwe ya li vê derê da diyar kir ku di çarçoveya Hefteya Pirtûkxaneyê ya 55emîn da çendîn çalakî tên lidarxistin.

Kizilkaya wiha xeberda:

"Me kampanyaya birêz Waliyê me 'Pirtûkek Însanek' û kampanyaya 'Pirtûk Diguherîne' ya li 81 parêzgehan kirin yek. Qedera 60 ciwan û pirtûkhez beşdarî çalakiyê bûn. Em hêvîdar in ku çalakiyên bi vî rengî dê bibin wesîle ku li Hekariyê rêjeya pirtûkxwendinê zêde bibe. Em sipasiya dostên pirtûkhez dikin ku di vê sir û sermayê da hatin cem me û pirtûk xwendin."

Dîroka nûkirinê: 27 Adar 2019, 17:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE