Li Hakkariyê çandiniya li cihên ji terorê hatin paqijkirin

Li taxên Hakkariyê ku ji terorê hatin paqijkirin piştî 25 salan çandinî tê kirin.

Li Hakkariyê çandiniya li cihên ji terorê hatin paqijkirin

 Li navçeya Hakkariyê Çukurcayê ku li ser sînorê Iraqê ye, welatiyên ku 25 sal şûnda vegeriyan taxên xwe yên ji terorê paqijkirî, dest bi ajotina zeviyên devera ku lê mezin bûne kirin.

Deverên ku welatiyan bi salan berê ji ber zextên rêxistina terorê PKKyê xalî kirin, piştî ku herêm ji terorîstan hat paqijkirin, vegeriya rojên xwe yên berê yên aram.

Li navçeya ku aramî û ewlehiya wê bi operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê edilî, taxên Dutluca û Bey yên ku sala 1995an hatin valakirin, piştî 25 salan cardin şênî êwirandin.

Welatiyên ku vegeriyan taxên ku 10 kîlometre dûrî navçeyê ne, dest bi danîna rez û bostanan û her wiha çandiniyê kirin.

"Em garantiya firotina berhemên diajon didin"

Şaredar Ensar Dundar ku ligel şêniyên taxê hat cem hev, ji rojnamegeran ra got ku ji ber bûyerên terorê taxên navborî hatin valakirin.

Dundar diyar kir, piştî ku wan dest bi peywirê kir, wan pirsgirêkên herêmê yên rê, ceyran, ava vexwarinê û ya avdana zeviyan çareser kirin û wiha dewam kir:

"Şêniyên gundan dixwest ku zeviyên xwe binirxînin. Me di salekê da zû zû meseleya ava vexwarinê çareser kir. Me îsal jî pirsgirêka rê çareser kir. Welatiyên me piştî 25 salan jinûva dest bi ajotina zeviyên xwe kirin. Cotkarên me berhemên wekî riz û kuncî bi asanî diajon. Me bi marqeya 'Zap'ê ku me nav danî va me ciyên ajotinê destnîşan kirin. Em garantiya firotina berhemên diajon, cotkarên me da ku xwe bi pêş bixin."

"Em kêfxweş in ku bi salan şûnda em vegeriyan ser erdê xwe"

Şêniyê taxê Adalet Yilmaz jî diyar kir ku ew sibê zû diçin serê zeviyê dixebitin û êvarê jî vedigerin navçeyê û wiha dewam kir, "Em aliyê hev dikin û carê şixulê yekî dikin. Em kêfxweş in ku bi salan şûnda em vegeriyan ser erdê xwe. Em fasulye, riz, kuncî û genim direşînin. 25 sal berê me gundê xwe vala kiribû. Em dixwazin jinûva malên xwe çêbikin an jî ji dest derbas bikin. Em hînî jiyana bajaran nehatin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE