Li Hakkariyê cureyeke nû ya maran hat tesbîtkirin

Hîndekarên zanîngehê di çarçoveya vê xebatê da cureyên nû yên heywanan tesbît dikin û li ser zanistê agahiyan zêde dikin

Li Hakkariyê cureyeke nû ya maran hat tesbîtkirin

Hîndekarên Zanîngeha Hakkariyê li çol û bestên bajêr dema lêkolînan dikirin cureyeke nû ya maran tesbît kirin.

Xebata Zanîngeha Hakkariyê ya bi navê "Amfîbî û Xijendeyên Bajarê Hakkariyê û Ji Hêla Morfolojîk Pênasekirina Wan û Feydaya Wan a Biyocureyê"dewam dike.

Hîndekarên zanîngehê di çarçoveya vê xebatê da cureyên nû yên heywanan tesbît dikin û li ser zanistê agahiyan zêde dikin.

Dema hîndekaran li cihê bilind ên bajêr lêkolînên xwe dikirin marekî cureya wê nayê zanîn dîtin û di lîteraturê da bi navê "Platyceps rhodarachis" cureya mar nivîsandin.

Hîndekarê Zanîngeha Hakkariyê Doç. Dr. Can Yilmaz ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand dema wan xebatên xwe dimeşandwan marekî nû tespît kir.

"Li gor marên din pir lez tevdigere û jahra wê tune"

Yilmaz got ev mar ji cureya jê ra dibêjin "Platyceps"ê ye, heta niha 3 cureyên wê hatibû dîtin ku ev jî bû cureya çaran.

Hîndekar Yilmaz anî ziman di projeyê da ji zanîngeha Aydin Adnan Menderes û Zanîngeha Dokuz Eylulê jî hîndekar hene û wisa xuya dike ewê li herêmê cureyên heywanan yên nû hê bibînin.

Derbarê taybetmendiyên vê cure marî da Yilmaz wiha axivî: "Ev cure mar li welatê me wek cureyê maran yê 60emîn hat qeydkirin. Taybetmendiya van maran ya herî girîng a Platycepsê ew e ku ew li gor marên din pir lez tevdigere, jahra wê tune û ew wek pêşbaz tê zanîn. Me maqaleya xwe ya der barê wê da di kovara "Zoology in the Middle East"ê da weşand û ji bo dinyaya zanistê cureyek çêbû. Ji ber ku Hekarî cînarê Iraq û Îranê ye dikare heywanên herdu welatan jî bi xwe da bihewîne. Ev mar li Îran û Iraqê hebû. B saya vê xebata me hat tespîtkirin ku ew lu welatê me jî heye."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE