Li Hakkariyê du esker şehîd ketin

Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku li çol û çiyayên Çukurcaya navçeya Hakkariyê di êrîşa terorîstan da du esker şehîd ketin

Li Hakkariyê du esker şehîd ketin

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku endamên rêxistina terorê ji dûr va bi moşekê êrîşî ser baregeha eskerî kirin. Di êrîşê da du esker birîndar bûn û ew demildest sewqî nexweşxaneyê hatin kirin lê digel hemû mudaxaleyan her du jî şehîd ketin.

Hat gotin ku li herêmê cih û warên wek hedef hatin tespîtkirin ji hêla helîkoptêrên ATAKê, wesayîtên hewayî yên bêmirov, û wesayîtên ji dûr va top û guleyan dibarînin va hatin bombekirin. 

Di daxuyaniyê da ji bo şehîdan rehmet, bo Hêzên Artêşa Tirk û malbata şehîdan sebir hat hêvîkirin, peyama sersaxiyê jî hat dayîn.

Deweta wî wê di Eyda Qurbanê da bihata kirin

Rayedarên eskerî û îdarî çûn Bozyakaya gundê Başyayla navçeya Karamanê û xeber dan malbata Mustafa Ahmet Demirê wek Eskerê Piyade yê Bipeyman ku şehîd ket. Ji dê û bavê wî Musa û Şengul Demirê ra hat gotin ku ewladê wan şehîd ketiye.

Hat hînbûn ku Şehîd Demir dergistî bû û di Eyda Qurbanê da wê deweta wî bihata kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE