Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku li Çukurcaya navçeya Hakkariyê di dema perwerdehiya gule berdanê da qeza qewimî.
Hat gotin ku di qezayê da du esker şehîd ketin û 2 esker jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da wiha hat gotin: "Li Çukurcaya navçeya Hakkariyê di dema perwerdehiya gule berdanê da qeza qewimî û du hevalên me yên egîd şehîd ketin û 2 hevalên me yên egîd jî birîndar bûn û yên birîndar demildest rakirin nexweşxaneyê û tedawiya wan dest pê kir."
Di daxuyaniyê da ji bo eskerên şehîd ketin sersaxî hat dayîn û ji bo yên birîndar jî şîfa hat xwestin.
AA