Li Çukurcaya Hekariyê di operasyona dijî PKKya rêxistine terorê da eskerek şehîd bû.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Neteweyî da hat diyarkirin ku li Çukurcaya navçeya Hekariyê di navbera hêzên ewlekariyê û terorîstên PKKyî da pevçûn derket. Di pevçûnan de eskerek şehîd bû.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Operasyonên li herêmê bênavber dewam dikin. Em ji ber şehîdê xwe pir xemgîn in. Xwedê rehma xwe lê bike û sebirê bide merivên wî. Serê malbat, artêş û gelê me yê ezîz sax be."