Li Hakkariyê eskerek şehîd ket

Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku li Hakkariyê eskerek şehîd ket. 

Li Hakkariyê eskerek şehîd ket

Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku li Hekariyê eskerek şehîd ket. 

Di daxuyaniya wezaretê da hat diyarkirin ku li navçeya Derecîkê Tegmen Halîs Keskînê di hêmana ku midaxeleyî bêyera qaçaxçîtiyê kir da peywirdar bû kete Çemê Berazgirê û xedar birîndar bû, demildest sewqî nexweşxaneyê kirin û dest bi dermankirina wî kirin lêbelê digel hemû midaxeleyan bi ser xwe va nehat. 

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Xwedê rehma xwe li şehîdê me yê ezîz ê ku di vê bûyera em gelekî xemgîn kirin da jiyana xwe ji dest da bike, serê malbata wî ya dilsoj, Artêşa Tirkiyeyê û gelê me yê ezîz sax be û em sebrê dixwazin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE