Hin qadên li navenda parêzgeha Hekariyê û navçeyên wê Çukurca, Şemdinli, Yuksekova û Derecikê ji bo 15 rojan wekî "herêma taybet a ewlekariyê" hatin ragihandin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat ragihandin ku çalakiyên rêxistina terorê PKKyê û rêxistinên terorê yên din li ser geşedana sosyal û darayî ya bajêr tesîreke nerênî dike.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku di çarçoveya madeya eleqedar a Qanûna Herêmên Qedexe yên Eskerî û Herêmên Ewlekariyê da 5 herêmên li navenda bajêr û navçeyên Çukurca, Şemdili, Yuksekova û Derecikê ji 1ê Tîrmehê saet 00.00an heya 15ê Tîrmehê saet 23.59an wekî "herêma taybet a ewlekariyê" hat ragihandin. Herwiha hat diyarkirin, di maweya destnîşankirî da qedexe ye ku welatî bêyî destûr têkevin van herêman.
Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 16:49