Li Hakkariyê hin herêm wek herêma ewlehiya taybet hatin îlankirin

Hişyarî hat dayîn ku ketina li van herêman ya bêdestûr qedexe ye.

Li Hakkariyê hin herêm wek herêma ewlehiya taybet hatin îlankirin

 Li navenda Hakkariyê û navçeyên Çukurca, Derecîk, Şemdînlî û Yuksekovayê 11 herêm di navbera 1-14ê çileya paşîn da wek "herêma ewlehiyê ya taybet" hatin îlankirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiyê, di demên dawîn da çalakiyên terorê yên PKKya rêxistina terorê ya cudakar û rêxistinên terorê yên din bandoreke neyênî li ser pêşketina civakî û aborî ya bajêr dikin.

Di daxuyaniyê da hat gotin welatî ji ber van êrîşên terorê ji kar û barên xwe yên aborî, civakî û seyahatê mehrûm dimînin, ji bo ew tengasiyê nekşînin tevdîr tên dîtin.

Hat daxuyandin di çarçoveya tevdîran da li gor benda Qanûna Herêmên Qedexe yên Eskerî û Qanûna Herêmên Ewlehiyê li navenda bajêr di nav sînorên Çukurca, Derecîk, Şemdînlî û Yuksekovayê ji 1ê çileya paşîn şev saet 00.00î pê va heta 14ê çileya paşîn saet 23.59.59an 11 herêm wek herêma ewlehiya taybet hatin îlankirin.

Hişyarî hat dayîn ku ketina li van herêman ya bêdestûr qedexe ye.

Der heqê qadên ku wek "herêma ewlehiya taybet" hatin îlankirin da hûrgilî li ser malpera înternetê ya Walîtiyê hene.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE