Li Hakkariyê Ji bo eskerê şehîd bû merasim hat lidarxistin

Ji bo eskerê di operasyonên Pençe-Yildirimê da şehîd bû li Hakkariyê merasim hat lidarxistin

Li Hakkariyê Ji bo eskerê şehîd bû merasim hat lidarxistin

Ji bo Onbaşiyê Pispor ê Beytar Husamettin Gokçe yê di operasyonên Pençe-Yildirim ku li bakurê Iraqê didome da şehîd bû, merasim hat lidarxistin.

Di merasima li Fermandariya Tûxaya Çiya û Komando ya Hakkariyê ya li gorî tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da cinazeyê Gokçeyê şehîd ê li alaya Tirk pêçayî anîn qadê.

Piştî rêznîşandanê, kurtejiyana şehîd hat xwendin û dia hat kirin.

Cinazeyê şehîd ji hêla hevalên wî yên çekê li ser milan bo helîkopterê hat veguhestin.

Cinazeyê Gokçe yê ku birin Balafirgeha Selahedîn Eyûbî ya Yuksekovayê ji vir jî dê bişînin memleketê wî Amasyayê.

Walî û Wekîlê Şaredar Îdris Akbiyik, alîkarên walî, Serdozgerê Komarê Îsmet Çinar, Serokê Komîsyona Edaletê Tugrul Durmaz, Fermandarê Cendirmeyê Parêzgehê Tûxgeneral Ahmet Kavukçu, Serokê Sazkar ê Fermandariya Tûxaya Çiya û Komandoyê Albayê Sazkar Ozkan Şenol, Midûrê Ewlekariya Parêzgehê Salavat Mete Pinar, Rektorê Zanîngeha Hakkariyê Prof. Dr. Omer Pakiş, amîrên saziyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û her wiha hêzên ewlekariyê beşdarî merasimê bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE