Li Hakkariyê kampanyaya xwendina pirtûkan

Walî diçe dibistanan û bi xwendekaran re li ser pirtûkan sohbet dike...

Li Hakkariyê kampanyaya xwendina pirtûkan

Walîtiya Colemergê bi dirûşma “her kitêbek mirovek e “ kampanyayek li dar xist. Ji bo vê jî walî idris akbiyik diçe dibistanan û bi zarokan re li ser girîngiya xwendina pirtûkan sohbet dike. Walî akbiyik vê carê li dibistana seretayî ya navenda colemêrgê, him bi xwendekaran re pirtûk xwend him jî diyarî da xwendekaran.

Pirtûk emrê mirovan ronî dikin…

Ji bo vê yekê Waliyê Colemêrgê wê her hefte here dibistaneke û bêje: “Her kitêb mirovek e!”

Walî diçe mektebên Colemergê û bi xwendekaran re pirtûkan dixwîne.

Walî Akbıyık bi wan re him sohbet dike, him pirtûkan diyarî dide biçûkan.

“Em di hemû bername û çalakiyan de dibêjin ku ji bo me tiştê herî girîng perwerde ye. Ji bo vê jî me projeya pirtûkek û mirovek da destpêkirin. Em dixwazin li Colemêrgê asta perwerdê bilind bikin.”

Walî piştî bi xwendekaran re wext derbas kir, diyariyên ku bi xwe re anîbû ji bo zarokan belav kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE