Li Hakkariyê kêfxweşiya gaza sirûştî

Raxistina boriyan xelas bû...

Li Hakkariyê kêfxweşiya gaza sirûştî

Raxistina boriyan xelas bû, di demeke kurt de wê li her malê gaz hebe

Li Colemêrgê, par xebatên raxistina boriyên gaza sirûştî dest pê kiribû. Borî hatin raxistin û şebekeya navbajêr a gaza sirûştî jî xelas bû. Di demeke kin de dê li mal û xaniyên colemêrgiyan jî gaz hebe.

Li herêmê xebatên ji bo gaza sirûştî berdewam in.

Raxistina boriyên gazê par ji Wanê dest pê kiribû.

Niha him xebatên li navbajêr him jî yên xeta ku ji derve tê qediyan.

Di demeke kurt de dê li hemû mal û avahiyên Colemêrgê jî gaz bê belavkirin.

Colemêrgî dibêjin him ji bo tenduristiyê baş e him jî rehetiyeke mezin e.

Niştecihên taxan niha li benda gazê ne û dixwazin di zivistanê de rehet bikin..

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2018, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE