Walîtiya Hakkariyê li ser madenên bajêr komxebatek li dar xist. Di çarçoveya komxebatê de raporek hat amadekirin. Di raporê de hat gotin li Hakkariyê nêzî 100 milyon tonî madenên qurşûn û çînkoyê heye.
Walîtiyê derbarê potansiyela madenên Hakkariyê de xebat da destpêkirin.
Di çarçoveya xebatan de Midûriya Pîşesazî û Teknolojiyê û Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadolê û akademîsyenên zanîngehan raporek amade kirin.
Ji bo danasîna raporê Komxebata Qurşûn û Çînkoyê hat lidarxistin.
Di raporê de hat tespîtkirin li Colemêrgê nêzî sed hezar tonî madenên qurşûn û çînkoyê hene.
Ger ev maden bê derxistin bi hezaran kes wê bibin xwedî kar.