Li Hakkariyê komxebata madenan

Li bajêr nêzî sed tonî madenên qurşûn û çînkoyê hene

Li Hakkariyê komxebata madenan

Walîtiya Hakkariyê li ser madenên bajêr komxebatek li dar xist. Di çarçoveya komxebatê de raporek hat amadekirin. Di raporê de hat gotin li Hakkariyê nêzî 100 milyon tonî madenên qurşûn û çînkoyê heye.

Walîtiyê derbarê potansiyela madenên Hakakriê de xebat da destpêkirin.

Di çarçoveya xebatan de Midûriya Pîşesazî û Teknolojiyê û Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadolê û akademîsyenên zanîngehan raporek amade kirin.

Ji bo danasîna raporê Komxebata Qurşûn û Çînkoyê hat lidarxistin.

Di raporê de hat tespîtkirin li Hakkariyê nêzî sed hezar tonî madenên qurşûn û çînkoyê hene.

Ger ev maden bê derxistin bi hezaran kes wê bibin xwedî kar.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE