Li Şemdînliya navçeya Hakkariyê komeke mamoste û xwendekaran bi derfetên xwe va xizang çêkirin û bi ciwanên gund ra xwe şiqitandin.
Li gundê Aşagi Kayalarê ya ku 23 kîlomêtro dûrî navçeyê ye ciwan bi daran va ji xwe ra xizangan çêdikin û xwe dişiqitînin.
Mamosteyên li Dibistana Navîn a Îmam Xetîbê ya Şemdînliyê jî xwendekarên xwe hildan çûn gund û bi ciwaran ra dema xwe xweş derbas kirin û xwe bi xizangên jê ra dibêjin "liyan" ra şiqitandin.
Xwendekar û mamosteyên xwe ji girên bilind şiqitandin dîmenên xweş derxistin holê.
Mamoste Gullu Batakê got ew projeyeke e-Twînnîngê dimeşînin, ji wan vîdeoyek hatiye xwestin ku ew jî ji bo vê hatine gund.
Batak got wan dema xwe xweş derbas kiriye û wiha axivî: "Em ji ber eleqeya wan spasiya gundiyan dikin. Me bi xwendekarên xwe va rojeke xweş derbas kir. Em cara ewil e van taximên xweşiqitandinê dibînin. Hakkarî dûrî me ye, lê me li navçeyê ev derfet bi dest xist ku xweş bû."
Gundî Husamettîn Eren jî ji ber mawuzaniya mamoste û xwendekaran kêfxweşiya xwe anî ziman û got wan bi hev ra rojeke xweş derbas kiriye.
AA