Li Hakkariyê mexdûrên terorê li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin

Malbatên mexdûrê terorê û nûnerên saziyên civaka sivîl li Kolana Cumhuriyetê kom bûn, alayên Türkiyeyê û pankart dan destê xwe û ber bi Serokatiya Bajêr a HDPyê va meşiyan.

Li Hakkariyê mexdûrên terorê li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin

 Li Hakkariyê malbatên mexdûrê terorê hetanî pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê meşiyan, li vê derê bi qasî demekê çalakiya rûniştinê kirin.

Malbatên mexdûrê terorê û nûnerên saziyên civaka sivîl li Kolana Cumhuriyetê kom bûn, alayên Türkiyeyê û pankart dan destê xwe û ber bi Serokatiya Bajêr a HDPyê va meşiyan.

Esmer Koça li pêşiya avahiya partiyê axivî diyar kir ku Zubeyde Koça qîza wê li Şemzînanê xapandin û revandin çiyê, 7 meh e jê xeberê hilnade.

Koçê diyar kir ku 4 kesan qîza wê xapandin û birin çiyê û wiha pê da çû: 

"Milîsên HDPyê yên qîza min xapandin niha li Wanê di girtîgehê da ne. Daxwaza min ji Serokomar, Wezîrê Karên Navxweyî û Wezîrê Edaletê ew e ku bira cezayê herî giran bidin van 4 kesên hatin girtin. Lewra ez çiqasî hesreta qîza xwe dikişînim bira ew ê jî cezayê xwe bikişînin. Zarên parlamenterê HDPyê li çiyê namirin lewra yên feqîrên wekî me li çiyê dimirin. Em hem Tirk in hem jî Kurd in. Em xuşk û birayên hev in li vî welatî dijîn. HDP çi be PKK jî ew e. HDP dikare bi têlefonekê zarên me bîne. Em zarên xwe dixwazin. Hetanî mirinê em li pey HDPyê ne. Hetanî zarên xwe hilnedin jî dev jê bernadin. Qîza min 15 salî bû astengdar bû, çi karê wê heye li çiyê? Qîz namûs e, rûmet e ji bo me, çi karê wê heye li çiyê. Meriv ji bo namûsê hevdu dikujin."

Mehmet Siddik Çîftçiyê birayê wî revandin çiyê jî diyar kir ku ji Şemzînanê hat û li pêşiya HDPyê birayê xwe xwest.

Çîftçî diyar kir ku Rahîm Çîftçiyê birayê wî yê ji aqilê xwe feqîr 5 sal berê revandin çiyê û wiha pê da çû: "PKKya rêxistina terorê 3 salan bavê min dîl girt. Piştî ku bavê min berda jî birayê min ê astengdarê aqil bir çiyê. 5 sal e birayê min tune. Diya min par ji hesreta birayê min mir. Wan mala me şewitand, cîgera me şewitand. Hetanî birayê xwe hildim ez ê jî li vê derê çalakiyê bikim. Ez bi tenê birayê xwe dixwazim. Ji ber ku piştgirî dan me ji Serokomarê me û dewletê ra sipas dikim."

Piştî daxuyaniyê komê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Demekê şûnda komê dirûşmeyên dijî PKKya rêxistina terorê gotin û ji qadê veqetiya.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE