Li Hakkariyê mihrîcana gola Satê

4emîn festîvala li ber ciyayên Cîloyê bi dîmenên rengîn dest pê kir 

Li Hakkariyê mihrîcana gola Satê

Li Colemêrgê 4emîn festîvala gola satê hat organîzekirin. bi sedan kes beşdarî mihrîcanê bûn.  

Keledoş tê çêkirin…  

Li ber çiyayên biberf, li ser golê nimayîş tê lidarxistin...  

Û govendên dûvdirêj tên gerandin…  

Ev dîmen li Colemêrgê li çiyayên Ciloyê li ber Gola Satê hatin qeydkirin. 

Bi sedan kes jî ji bo mihrîcana 4em a Gola Satê hilkişiyan çiyayê bilind.  

Dengê dengbêjan jî li çiyê olan dide û atmosfera virê xweştir dike.  

Ciwan jî bi govendan kêfxweşiya xwe û bihevrebûna xwe pîroz dikin.  

Di mihrîcanê de ligel bi sedan welatiyî, rayedarên payebilind jî hebûn.  

Di festîvalê de meşa hilkişîna çiyê, çetirbazî, kano, soberî û ajotina bisîkletê jî hat kirin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE