Li Hakkariyê "Operasyona Yildirim-2 Cîloyê" hat destpêkirin

Di "Operasyona Yildirim-2 Cîloyê" ya ji hêla Wezareta Karên Navxweyî va hat destpêkirin da 3 terorîst hatin berterefkirin

Li Hakkariyê "Operasyona Yildirim-2 Cîloyê" hat destpêkirin

Wezareta Karên Navxweyî daxuyand li Hakkariyê "Operasyona Yildirim-2 Cîloyê" hat destpêkirin.

Wezaretê daxuyand ji bo PKKya rêxistina terorê ji rojeva welêt bê derxistin, terorîstên li herêmê bên berterefkirin duh operasyon hat destpêkirin.

Di operasyonê da 1106 personelên li Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr wezîfedar in yên ji cendirme, qomando, polêsên tevgera taybet û gundparêzan pêk tên xebitîn.

Di daxuyaniyê da hat gotin di çarçoveya "Operasyona Yildirim-2 Cîloyê" da 3 terorîst bi operasyona esmanî va şev bi çekên xwe va hatin berterefkirin.

Hat gotin ji bo teror ji tevahî ji holê rabe operasyon wê bi piştgiriya gel bibiryar dewam bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE