Li Hakkariyê li navenda kaşûna mêrga botanê pêşbazî hat kirin. 65 kaşbazan di 6 kategoriyan de xwe ji 2 hezar 800 metreyî berdan.
Ev der Pîsta Kaşûnê ya Mêrga Botan a li Hakkariyê ye.
Walîtiya Hakkariyê ji bo kaşbazan di 6 kategoriyan de pêşbirka kaşûnê îlan kir.
Ji bajêr 65 kaşbazan cil û bergên xwe li xwe kirin û berê xwe dan Mêrga Botan.
Kaşbazan xwe ji 2 hezar û 800 metreyî berdan û hewl dan ku di pêşbaziyê de bi ser kevin.
Ligel Walî û Cîgirşaredarê Hakkariyê İdris Akbıyık, gelek rayedarên bajêr jî beşdarî merasîma xelatan bûn.
Walî û Cîgirşaredarê Hakkariyê İdris Akbıyık: Hakkariya me, di gelan waran de bi pêş dikeve. Bi piştgiriya serokkomarê me li vê derê gelek xizmet tên kirin. Me ev tesîsa xwe çêkir û îro li vê derê ciwanên me beşdarî pêşbaziyê bûn. Ji bo Hakkariyê wê xizmetên me dewam bikin.