Li ser rêya Hakkarî û Yüksekovayê mînibuseke rêwiyan û tirek li hev qelibîn, li gor agahiyên ewil di qezayê da 4 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Hakkarî û Yüksekovayê nêzîkî gundê Beşatliyê mînibuseke rêwiyan a ku plaqeya wê 30 AAB 184 bû û diçû Vanê ji ber mij û dûmanê bi tira ku plaqeya wê 33 CKB 35 bû û li hember dihat qelibî.
Li gor agahiyên ewil di qezayê da 4 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn.
Ji ber ku caw hat dayîn tîmên agirkuj û cendirme çûn cihê qezayê. Tîmên AFAD û tenduristiyê birîndar ji minîbusê derxistin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yuksekovayê.
Rayedaran cinazê 4 kesan jî birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Yuksekovayê.