Li Hekariyê di pevçûna ku di navbera hêzên ewlehiyê û terorîstên PKKyî derket da eskerek şehîd ket.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat ragihandin ku li mezraya Doganliya li ser navendê duh di navbera hêzên ewlehiyê û terorîstên PKKyî da pevçûn derket.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Personelê me yê cendirme yê ku di pevçûnê da bi xedar birîndar bibû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê û digel hemû midaxaleyên ku hatin kirin eskerê me şehîd ket."
AA