Li Yuksekovaya navçeya Hakkariyê di operasyona ku hat kirin da 9 kîlo û 200 teqemeniya plastîk a A-4ê û 426 lître asetîk anhîdrît hat bidestxistin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Karên Navxweyî hat dayîn, ekîbên Midûriya Ewlehiya Navçeyê li Yuksekovayê di malekê da lêgerîn kir û di nav axê da çalkirî 9 kîlo û 200 gram teqemeniya plastîk a A-4ê dîtin.
Di operasyonê da kesek hat binçavkirin, her wiha di operasyonê da 426 lître asetîk anhîdrîta ku di çêkirina eroînê da tê bikaranîn, 2 êlegên pola, 2 makîneyên presê yên hişbirê, teraziyeke hesas û deftereke ku tê da qala zêdekirina hişbirê dike jî hat bidestxistin.
Her wiha li Yuksekovayê di kamyonekê da lêgerîn hatibû kirin û 204 kîlo û 200 gram eroîn hatibû bidestxistin.
AA