Li Hakkariyê yên ku di rêya gund da mehsûr man hatin xilaskirin

Li Yüksekovaya navçeya Hakkariyê welatiyên ku di rê da mehsûr man hatin xilaskirin.

Li Hakkariyê yên ku di rêya gund da mehsûr man hatin xilaskirin

Ji ber berf û bage rêya gundê Dedelerê ku 13 kîlometre dûrî navçeyê ye, hat girtin.

Li ser îxbara welatiyên ku bi wesayîtên xwe di rê da mehsûr man, ekîbên paqijkirina berfê yên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê sewqî deverê kirin.

Ekîban di encama xebata 2 saetan da rê vekir û bi vî awayî 6 kesên di 3 wesayîtên di rê da mayî, hatin xilaskirin.

Welatî Zuleyha Arslan di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku ew ji bo pansûmanê çûbûn nexweşxaneyê, lêbelê ji ber berf û bagerê ew di rê da man û wiha dewam kir, "Xwîşka min a 11 salî ava çay a li ser sobeyê bi ser xwe da rêt û herdu piyên wê şewitîn. Ji bo dermankirinê ev 3 roj e em xwîşka min dibin navendê û tînin. Em serê sibehê derketin rê, lêbelê ji ber berfê em di rê da man. Digel me çend wesayîtên din jî asê man. Li ser îxbarê ekîb hatin û rê vekir. Wesayîtên mehsûrmayî derketin û em ê jî dewam bikin û biçin nexweşxaneyê. Em gelekî sipasiya ekîban dikin."

Welatî Salih Katik jî diyar kir ku wesayîta wan di berfê da ma û ekîbên şaredariyê ew xilas kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE