Li Halfetiya navçeya Şanliurfayê dîsa dest bi sporên avê kirin

Turîstên xwecî û biyanî eleqeyê nîşanî navçeyê didin, bi kelekan li bajarê qismeke wê di binê avê da maye, Rumqeleya ji gelek şaristaniyan ra malxweyîtî kiriye, minareya mizgefta di binê avê da maye û xaniyên hatin terkirin digerin. 

Li Halfetiya navçeya Şanliurfayê dîsa dest bi sporên avê kirin

Li Halfetiya navçeya Şanliurfayê ya bi xweşikahiyên dîrokî û tebiî balê dikişîne ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) navber dabûn sporên avê û dîsa dest bi van sporan kirin.

Ji ber Bendava Bîracikê ya li ser çemê Feratê qismeke Halfetiya di binê avê da ma. Navçeya ku Komîteya Kordinasyona Navneteweyî ya Cittaslowê ji bo taybetiya sihêlbûn û hizûrê di sala 2013an da tevlî lîsteya "bajarên sihêl" kiribû bi xaniyên dîrokî yên kevirîn û xweşikahiyên tebiî wekî "cineta veşartî" ya Başûrê Rojhilatê welêt tê nirxandin.

Turîstên xwecî û biyanî eleqeyê nîşanî navçeyê didin, bi kelekan li bajarê qismeke wê di binê avê da maye, Rumqeleya ji gelek şaristaniyan ra malxweyîtî kiriye, minareya mizgefta di binê avê da maye û xaniyên hatin terkirin digerin. 

Ava çêm li tanga navçeyê hem kur e hem jî sihêl e, ji vir 5 meh berê jî Şahîka Ercumena werzişvana neteweyî ya rekortmena xozneberiyê ya dinyayê xwe berî avê dabû. Ji bo ziyaretvan çalakiyên alternatîf bikin qaymeqamtî û şaredariyê dest bi xebatan kirin.

Di vê çarçoveyê da hezkiriyên xozneberiyê û spora kanoyê navçeyê dest bi sporê kirin.

Selamî Korkutatayê Qaymeqam diyar kir ku Halfetî li herêmê wekî sitêrkê dibiriqe û bi tebîeta xwe ziyaretvanan şaş û metel dihêle.

Korkutata diyar kir ku Halfetî li herêmê ji destînasyonên turîzmê yên girîng e û wiha pê da çû: "Sala par van çaxan li vê derê ji ber vîrusê ziyaret kêm bibû. Halfetiyê jî nesîbiyê xwe ji vê kêmbûnê hilda mixabin. Lêbelê îsal bi biharê va sezona turîzmê li navçeya me dest pê kir. Ya rastî Halfetî gelekî tê ecibandin."Korkutata got ji bo ziyaretvanên tên navçeyê aktîvîteyên din jî bikin bi federasyonên sporê ra axivîn.

Qaymeqam Korkutata diyar kir ku di encama hevdîtinan da ew ê qadan vekin ku ziyaretvan jê îstifade bikin û wiha pê da çû: 

"Me got bi spora kanoyê va dest pê bikin û federasyona me jî eleqe nîşanî vê da. Li vê derê amûrên me jî hene. Bi tenê li vê derê rihek kêm bû. Me bi beşdariya merivan va ew riha jî temam kir. Em dixwazin bi beşdariya federasyonê va bi profesyonelî vî karî di qada neteweyî da bikin. Înaşellah em ê bi vî awayî tevkariyê bidin pêşketin û turîzma navçeyê. Eva dera wekî golê ye û pêlên avê dernakevin ji ber vê jî kêrî sporên avê tê."

Korkutata got ji ber vîrusê gel di malên xwe da ma ji ber vê aciz bû û wiha axivî: "Her kes dikare li Halfetiyê rihetê bibîne û bigere. Bira vê bizanibin. Dema werin vê derê dikarin çend rojên xweş derbas bikin. Em dixwazin werin vê derê binînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE